SILÊMANÎ
Hat îdiakirin ku li Herêma Kurdistana Iraqê rêjeya sinetkirina jinan derdora ji sedî 60yî ye.
Saziya bi navê Wadî ku Almanya piştgiriyê didê û navenda wê Silêmanî ye ji sala 2004an vir va li Iraqê li ser "sinetkirina jinan" lêkolînan dike. Berpirsiyarê Lêkolînên Li Ser Jinan ê Wadiyê Fellah Muratxan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Li herêma Kurdistanê rêjeya sinetkirina jinan ji sedî 60 e. Ev rêje li Silêmaniyê ji sedî 77, li Hewlêrê ji sedî 63, li Kerkûkê ji sedî 38 e. Li Dihokê sinetkirina jinan kêm tê dîtin."
Muratxan destnîşan kir ku li herêmên Pîşder, Ranya û Kaladzeyê yên Silêmaniyê ev rêje ji sedî 95 e û ev jî li Rojhilata Navîn rêjeya herî zêde ye.
Muratxan diyar kir ku sinetkirina jinan herî zêde di nav suniyan da heye û got ku di nav şiiyan da hema bêje qet tuneye, di navbera êzdî û xiristiyanan da jî sinetkirina jinan tuneye.
Muratxan destnîşan kir ku bi hevkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê sinetkirina jinan kêm dibe û got ku dîsa jî digel hişyariyan li herêmê sinetkirina jinan wek edet dewam dike.
Midûra Saziya Pêşîlibertgirtina Tedahiya Li Ser Jinan Hîwa Kerîmê jî diyar kir ku ji bo pêşîlibergirtina sinetkirina jinan li Herêma Kurdistanê di sala 2011an da zagon hat destxistin û wiha got: "Li gor zagonê malbatên ku zarokên xwe yên qîzîn sinet bikin tên cezakirin. Pereyê cezayê ji 3 hezar dolarî dest pê dike û ji xeynî vê jî di navbera 6 meh û 3 salan da cezayê hepsê heye."
Kerîmê destnîşan kir ku digel zagonê sinetkirina jinan di nav gel da wek kevneşopî dewam dike.