Şener Toktaş
10 Îlon 2024•Rojanekirin: 18 Îlon 2024
Li Hîzana navçeya Bedlîsê cotkar darên findiqên ku li eraziyên kaş û evraz çandine berhev dikin.
Findiqên Hîzanê ku li 9 gundên herêma Nazarê ya navçeyê tên çandin, bi rêjeya xwe ya rûn, tam û aromayê di nava çavkaniyên herî giring ên dahata cotkaran da cih digire.
Li gundê Çalişkanlarê bi hilatina rojê va cotkar diçin devera ku dar lê ne, bi darên weke gopalan findiqan dadiweşînin.
Cotkarên ku di hewa germ da li cihên kaş û evraz heta êvarê dixebitin, findiqên ku berhev dikin li pişta hêstiran dikin, tînîn malê ji goşiyan jê dikin û ji bo zuhakirinê li ser banan radixin.
Cotkarên ku findiqên ku di nava çend rojan da ji bo xwarinê amade dibin, derdixînin bazarê, dixwazin findiqên herêmê bên nasandin.
Aycan Çetîna 50 salî ku bi malbata xwe ra findiqan berhev dikin jî ji nûçegihanê AAyê ra got ku xêr û bereketa findiqan sal bi sal diguhere.
Çetînê got ku ew ji xêr û bereketa îsal razî ne û wiha dewam kir: "Xêr û bereketa par kêm bû. Em debara xwe bi findiqan dikin û pêdiviyên xwe bi dahata findiqan pêk tînin. Wekî dinê dahateke me tuneye. 40 sal e ez findiqan berhev dikim. Karekî pir zehmet e. Piştî berhevkirinê em findiqan dibin malê, ji hev safî dikin û ziwa dikin. Paşê jî em difiroşin."
Mixtarê gundê Çalişkanlarê Muhsîn Kaya jî diyar kir, li navçeyê tenê li 9 gundên herêma Nezerê darên findiqan hene, debara 400 malên herêmê ji findiqan tê.
Kaya wiha dewam kir: "Rêjeya rûnê findiqên me, tehma wan û mezinahiya wan li gorî findiqên Behra Reş baştir e, lê tê ra xwe nehatiye naskirin. Vê gavê li herêmê nêzî 100 tonî findiq tê firotin. Em ê kîloya wan bi 130-140 lireyî bifiroşin. Ji ber ku eraziyê vê derê berwar e, em tengasiyê dikişînin, kedê didin. Deriyê debara me ev e."