Rauf Maltaş
31 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2025
Walîtiya Şanliurfayê ragihand ku ji ber berfa gur a tê payîn li tevahiya bajêr dibistan ji bo sibê hatin tetîlkirin.
Di daxuyaniya walîtiyê da hat diyarkirin ku li gor nirxandinên meteorolojîk li tevahiya bajêr ji sibehê zû va berfa gur tê payîn dibistan ji bo sibê hatin tetîlkirin.
- Tuncelî
Tunceli'de yoğun kar yağışı ve buzlanma tehlikesi nedeniyle yarın eğitime ara verildiği bildirildi.
Hat ragihandin ku li Tunceliyê ji ber xetereya berfa gur û cemedê dibistan ji bo sibê hatin tetîlkirin.
- Van
Hat ragihandin ku ji ber şert û mercên hewayê yên neyinî li Wanê dibistan ji bo sibê hatin tetîlkirin.
- Sîîrt
Di daxuyaniya Walîtiya Sêrtê da hat tagihandin ku sibê hemû saziyên fermî û taybet yên perwerdeyê, kreş û navendên rehabîlîtasyonê rojek hatin tetîlkirin.
- Mêrdîn
Hat ragihandin ku li Mêrdînê ji ber berf û cemedê dibistan ji bo sibê hatin tetîlkirin.
Her wiha li Bingol, Hekarî, Nevşehîr, Sînop, Agirî, Qeyserî, Ordu, Nîgde, Mûş, Kilîs, Adiyeman, Aksaray, Diyarbekir, Şirnex, Sêwas, Bolu, Karabuk, Kirşehîr, Gazîentab, Batmanê jî ji ber şert û mercên hewaya nebaş dibistan hatin tetîlkirin.