Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê bi dest xistin li gundê Ristembega Awayiyê ya li ser bajaroka Hurmalê, cotkar Xerîb Ristem dema ku cot dike bombeyekî dibîne. Piştî ku Ristem agahî da hêzên ewlekariyê pispor hatin bombe birin ku li ser lêkolînê bikin.
Midûrê Bajaroka Hurmalê Simko Salar daxuyani da rojnamevanan û diyar kir ku ev bombe di dema Saddam huseyîn de hatiye bikaranîn û dişibe bombeyên ku di Operasyonên Enfalê" de hatine bikaranîn.
Salar diyar kir ku bombeyên di wê demê de hatine bikaranîn yek bi yek derdikevin holê û wiha got: "Ev bi taybetî li Helebçeyê û li der û dorê wê heye. Di bin erdê de cebilxaneyek heye. Li gor me bi sedan bombeyên neteqîyane henin. Ev ji bo gelê me talûkeyeke cidî ye. Gundî ditirsin ku zeviyên xwe cot bikin. Em dixwazin ku berpirsyar dest bidin li ser vî karî û axa me ji van teqemeniyan paqij bikin."
Ji Yekitiya Rojnamevanên Helebçeyê Aram Necîm jî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku di nav 3 salên dawîn de li herêmê 12 bombyên neteqiyayî derketin û ev jî belgeyên komkujiya Helebçeyê ne.
Necîm diyar kir ku di komkujiyê de bombeyên cuda hatine bikaranîn. Ji van hinek neteqiyane û di bin erdê de ne. Necim diyar kir ku divê ew bên dîtin, lê neyên teqandin ku wek belgeyên komkujiyê bên nîşandan.