Li Deşta Amikê ku li axa wê ya berhemdar di seranserê salê da gelek berhem tên çandin, çinîna pîvazên demsala zû dest pê kir.
Serokê Odeya Çandiniyê ya Reyhanliyê Şemsettîn Cunedîoglu ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew îsal li bendê ne ku zêdetirî 122 hezar ton pîvazên demsala zû berhev bikin.
Cunedîoglu diyar kir ku niha di warê çinînê da tu pirsgirêk tuneye û berhem baş e.
Reşît Kayayê Serokê Komeleya Hilberîner û Dabînkerên Pîvazan jî destnîşan kir ku çinîn wê bi qasî 45 rojan bidome.