Zekeriye Şimşek
18 Nîsan 2026•Rojanekirin: 18 Nîsan 2026
Li Nurdagiya navçeya Gazîentabê barana gur bandoreke neyinî li jiyanê kir.
Ji ber taviyê li Taxa Esenyurtê ya navend û Gokçedere û Yukariolucaka taxên gundewar av rabûn û ava çeman bilind bû.
Ekîbên Şaredariya Nurdagiyê li navçeya navend ji bo ku pêşî li ber rabûna çeman bigirin bi makîneyên kar xebat kirin.
Şaredarê Nurdagiyê Mehmet Yildirir daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku li Taxa Esenyurtê ya navend û Gokçedere û Yukariolucaka taxên gundewar ji ber rabûna avê û çeman hin mal û kargeh di nav avê da man.
Yildirir diyar kir ku ji ber şiliyê hin wesayît di nav avê da man û ji ber ku ekîban bi lez dest bi xebatê kirin û pêşî li ber lehiyê hat girtin û ev gotin:
"Ekîbên me dijî rabûna avê ya pêkan e ji ber taviya baranê çêbe niha li sehayê ne û di teyaquzê da ne. Ji bo ewlehiya can û malê hemşeriyên me hemû tevdîr tên hildan û xebatên me bênavber dewam dikin. Ji kerema xwe nêzî çeman û herêmên xeternak nebin."
Mixtarê Gokçedereyê Umît Kaçakçi jî got ku li taxê ji ber rabûna ava çem 150 mal di bin avê da man û ekîbên şaredariyê gihaştin alîkariya wan.
Ekîbên Şaredariya Nurdagiyê bi 25 makîneyên kar va midaxele kirin û ji bo texliyekirina avê xebatên xwe didomînin.