Beyza Kaynarpunar
26 Nîsan 2026•Rojanekirin: 26 Nîsan 2026
Li Gazîentabê zîpikê tesîreke neyînî li jiyanê kir.
Li navenda bajêr zîpika ku berêvarê ji nişkêva dest pê kir, bi welatiyan zehmetî da kişandin.
Piştî barîna zîpikê ya qedera 20 deqîqeyî kişand, kuçe û kolan spî bûn.
Hin welatiyan ji bo ku zirarê nebînin, wesayîtên xwe bi cilikan nixumandin, hinek kes jî revîn bin sîwana rawestgeh û kargehan.
Li bajarê ku germahiya hewayê 17 pile hat pîvan, zîpikê vegerand baranê.