Talha Koca,Günay Nuh,Yusuf Ayas,Abdullah Söylemez,Muhammet Ali Ateş,Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci
04 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2024
Li Erzirom, Erdexan, Qers û Erzincanê sir û seqem bandora xwe didomîne.
Li Erziroma ku germahiya hewayê di binê sifirê da 22 pile hat pîvan, ji serbana şembelîlkan xwe berda xwarê.
Li bajêr camên wesayitan û şadirvanan qeşa girt, hinek ajovanan ji bo ji sermayê parastinê otomobîlên xwe bi betanî û bi brandeyan nixumandin.
Li hinek xalên bajêr mij û moran bi bandor bû, li ser rê û peyarêyan qeşa çêbû.
Xwendakarên ku sibehê diçûn dibistanên xwe û welatiyên ku diçûn kar zehmetî kişandin.
- Erdexan
Li Erdexanê bi şev termomêtreyan di binê sifirê da 14 pile nîşan dan.
Li ser rûberê Rûbarê Qurayê tebeqeyeke qeşayê çêbû.
Li navçeya Goleyê ku bi şev germahiya hewayê bi qasî 22 pileyan daket binê sifirê qiraviyê li dar û beran girt.
- Agirî
Li Agiriyê tevî sermayê mij û moran bi bandor bû.
Ji ber mijê mesafeya dîtinê gelekî kêm bû û ajovanan zehmetî kişand.
Li bajêrê ku germahiya hewayê di binê sifirê da weke 7 pileyan hat pîvan, camên xanî, kargeh û wesayitan qeşa girt.
- Qers
Li Qersê termomêtreyan bi şev di binê sifirê da 12 pile nîşan da.
Ji ber hewaya qiraviyê li dar û beran xist, cih bi cih jî mij çêbû.
Li navçeya Sariqamîşê Çemê Acisuyê û şelaleyên derdorê bi temamî qerisîn.
Welatiyan ji bo parastina otomobîlên xwe ji sermayê, ew bi betanî û bi brandeyan nixumandin.
Li çolwarên navçeyê li ser berfê dîmenên roviyên sor yên ku li xwarinê digeriyan hatin kişandin.
- Erzincan
Li Erzincanê hewaya sar bandoreke nehênî li jiyana rojane kir.
Li navçeya Otlukbeliyê germahiya hewayê bi şev bi wasî 23 pileyan daket binê sifirê.
Xwendakarên ku serê sibehê diçûn dibistanê û welatiyên ku diçûn kar zehmetî kişandin.