Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci,Muhammet Mutaf,Günay Nuh
23 Adar 2024•Rojanekirin: 24 Adar 2024
Li Erzirom, Qers û Erdexanê berf barî û cî bi cî hê jî dibare.
Li Erziromê di rojên dawîn da cî bi cî berf dibare. Li bajêr êvarê dîsa berf barî.
- Qers
Li Qersê jî di rojên dawîn da dîsa berf barî û her der bi berfê sipî bû.
Li navçeya Sariqamîşê hê jî cî bi cî berf dibare . Ekîban ji bo paqijkirina berfê dest bi xebatan kiriye.
- Erdexan
Li Erdexanê jî berf dibare. Li deverên bilind xeynî berfê bager jî rabû.