Yunus Hocaoğlu,Cüneyt Çelik,Günay Nuh,Sidar Can Eren
23 Sibat 2024•Rojanekirin: 24 Sibat 2024
Li Erzirom, Qers, Erdexan û Tunceliyê hewa sar bû û berf barî.
Li Erziroma ku germahiya hewayê pileyek hat pîvandin bi şev ba derket û di pey ra berf barî.
Li bajêr şeveqê jî berf barî û deverên bilind ji berfê sipî bûn.
- Qers
Li Qersê jî bi şev berf barî û her der sipî bû.
Li navçeya Sariqamîşê jî berf barî.
- Erdexan
Li Erdexana ku bi şev berf barî û şeveqê jî dewam kir her der ji berfê sipî bû.
- Tuncelî
Li Pulumura navçeya Tunceliyê piştî berf barî û navenda navçeyê ji berfê sipî bû.
Welatiyan berfa li ser wesaît û li ber deriyê mal û dikanên xwe paqij kirin.
Li bajarên navborî ekîban jî dest bi xebatên paqijkirina berfê kirin.