Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci,Tevhid Furkan Nehri,Günay Nuh
02 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2023
Li Erzirom, Erdexan û Qersê tesîra sir û sermayê dewam dike.
Li Erziromê germa hewayê bi şev di binê sifirê da 6 pile hat pîvan.
Ji ber sermayê dar û beran qiravî girt, li ser paceyên wesayîtan qeşa çêbû.
Li ser peyarê û rêyan cemed çêbû, ekîb berf û qeşayê paqij dikin.
- Qers
Li Qersê ji ber sermayê dar û beran qiravî girt.
Li gundên deverên bilind welatî li ser berfê alif didin heywanên xwe.
Li navçeya Sariqamîşê jî germahiya hewayê di binê sifirê da dakete 8 pileyan.
Li ser baniyê xaniyan şembelîk çêbûn.
Hin welatiyan xalîçe û betanî avêtin ser paceyên wesayîtên xwe.
- Erdexan
Li Erdexanê jî ji ber sermayê serê sibê mij û dûman çêbû.
Ji ber hewaya sar li ser rê û peyarêyan qeşa çêbû.