Hilmi Tunahan Karakaya, Abdullah Söylemez, Günay Nuh
09 Nîsan 2026•Rojanekirin: 09 Nîsan 2026
Li Erziroma ku zivistana wê dirêj û dijwar e, berfa bi şev bariya, bajêr spîçîl kir. Parq û baxçe û her wiha wesayîtên parqkirî bi berfê venixumîn.
Navenda bajarê Agiriyê, tevî dewrûbera xwe di demsala biharê da cardin bi berfê spî bû. Li bajêr ber destê sibehê berfê lê kir. Kuçe û kolan bi berfê venixumîn.
Navenda bajêr a spî tevî derdorê bi dronê hat kişandin.
Li Erdexanê jî berfa ku bi şev dest pê kir, bajar spî kir. Di kurtemekê da baniyên avahiyan û her wiha kuçe û kolan bi berfê venixumîn.
Berfa ku li herêmê sê roj in tesîra xwe didomîne, li deverên bilind li cih cihan dike bager.