Jiyan

Li Erdexanê ji ber sir û sermayê birî û bijangên welatiyan qerisîn

Li Erdexanê ji ber sir û seqema zivistanê birî û bijangên welatiyan qerisîn.

Önder Beyter  | 10.02.2020 - Rojanekırın : 11.02.2020
Li Erdexanê ji ber sir û sermayê birî û bijangên welatiyan qerisîn

Ardahan

 Li Erdexanê ji ber sir û seqema zivistanê birî û bijangên welatiyan qerisîn.

Li bajêr ku ev demek e berf dibare, hişkî û seqem zêde bû û lewma jî welatiyên ku neçar in serê sibehê ji malê derkevin, zehmetiyê dikişînin.

Welatiyên ku berfa pêşiya malê û ya li ser wesayîtan paqij kirin, ji ber sir û seqemê zehmetî kişandin.

Herwiha hinek xwendekaran jî di rêya dibistanê da zehmetî kişand. Dîsa birî û bijangên hin welatiyên ku li bajêr di kuçeyan da meşiyan, qerisîn.

Welatî Melih Akturk di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku îro ji rojên herî sar ên demsalê ye.

Akturk bal kişand ku sir û seqem bandoreke neyênî li jiyanê dike û wiha dewam kir, "Îro cara ewil wesayîta min di xebitandinê da hinekî zor pê ket. Gelekî zehmet e ku mirov serê sibehê derkeve derva. Ev, roja herî sar a demsalê ye."

Herwisa li bajêr ji ber hişkiyê kanî qerimîn, dûkela ku ji ser Çemê Kurayê rabû jî dîmenên xweşik derxistin holê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.