Murat Ataseven
13 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2024
DUZCE (AA) - Mij û dûmanê bandoreke neyînî li ser hatin û çûyina li herêma Çiyayê Boluyê ya rêya D-100î kir.
Li herêma Çiyayê Boluyê ya li ser rêya D-100î ya ku hatin û çûyîna di navbera Enqere û Stenbolê da pêk tîne, serê sibê mij çêbû.
Ji ber mijê li herêmên Karanlikdere, Bakacak, Bîçkiyanî û Kaynaşliyê mesafeya dîtinê kêm bû.
Ekîbên trafîkê yên ku li herêmê dixebitin hişyarî da şofêran ku ew bi baldarî herin û guh bidin îşaretên trafîkê.