İbrahim Atmaca
27 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2018
MUŞ
Di çarçoveya projeya "Cotkarê Ciwan" a Wezareta Çandinî û Daristanê da li Bulanika navçeya Mûşê li 35 rêncberan 175 dewar hatin belakirin.
Midûrê Çandinî û Daristanê yê Bulanikê Cem Canol daxuyanî da û got ku wan di çarçoveya projeya "Cotkarê Ciwan" da li 35 rêncberan 175 dewar bela kir.
Canol got, "Mebesta me ew e ku di çandiniyê da berdewamî hebe, ji bo miteşebiskariya cotkarên ciwan piştgirî çêbe, asta dahatê zêde bibe, çavakniyên dahatê yên altenatîf çêbibin û ji bo piştgirîdayîna projeyên seba hilberîna çandiniyê ku li deverên çiyayî seba îstixdama nifûsa ciwan piştgirî ye."