26 Tebax 2016•Rojanekirin: 27 Tebax 2016
BINGOL
Li Bingolê bi pêşengiya walîtiyê û piştevaniya 95 saziyên civaka sivîl mitînga "Lanet li terorê, vexwendina aramiyê" hat lidarxistin.
Welatî û endamên SCSyan ku alayên Tirkiyeyê hilgirtibûn, li devê deriyê walîtyê civiyan û di caddeyên Înonu û Gencê ra meşiyan heta gihîştin Qada Berxwedana 15ê Temûzê.
Bingoliyên ku di demameşê da alayeke bi qasî 209 metro hilgirtibûn bi xwendina diruşman lanet li terorê kirin.
Walî Yavuz Selîm Koşger di mitînga ku bi xwendina qurana pîroz dest pê kir da axivî anî ziman ku mêtîngeran hertimî li dijî tirkiyeyê pîlan darijtine.
Walî Koşger destnîşan kir ku wê ti carê pîlanên mêtîngeran neqedin û wi pê da çû: "Hewla derbeyê ya 15 temûzê, organîzeyeke xayin û namerd bû. Bi mebesta mehûkirina ma zaro û çekên me li dijî me amade kiribûn. Lê gel weke şêran li himber wan rawestiya. Gelê anatoliyayê bi yek rûhî ew bela ji ser xwe da alî. Bi hemî hêza xwe hicûmî me dikin, lê emê ticarê teslîm nebin."
- "Weke îmana me dizanim, ji qalûbelayê va em bira ne"
Koşger anî ziman ku biratiya wan biratiyeke 50 yan jî 100 salî nîn e û got, "Gelo biratiya me ji Alparslanî ji 1071ê dest pê dike? Biratiya me hê jî qedîmtir e. Biratiya me ji 'bezma elest' dest pê dike. Weke îmana me dizanim, ji qalûbelayê va em bira ne. Kes nikare vê biratiyê têk bide. Çahrenivîsa me pêkve hatiye nivîsandin. Ez qurbana wê pênûsa ku ev çahrenivîs nivîsî bim. Biratiya me îlanîhaye ye."
- "Welat hebe aramî heye"
Serokşaxê Bingolê yê Memur-Senê Mucahit Çelik li ser navê SCSyan danezana hevpar xwend.
Çelik got, "Welat navê wê axê ye ku hemî pîroziyên weke dîn, bawerî, namûs tê da di ewlehiyê da ne. Heke welat hebe aramî, bextewerî, dîn namûs wê hebe, welat hebe wê dadmendî hebe. Li gorî vê têgehîştinê, ji bo hemî mirovahiyê welat pîroz e."
Çelik anî ziman ku rêxistinên taşeron yên weke PKK, DAEŞ, FETO dixwazin aramî û yekîtiya gel têk bidin lê gel bersiveke lêhêja daye wan û got, "Ev hezar salê me, li ser vê erdnigariyê em bi aramî weke birayan dijîn lê mixabin îro ev erdnigarî bûye navenda tundî û pevçûnan."
Serokwîlayetên partiyên AK Partî, CHP, MHP, Partiya Saadetê, HUDA-PAR û BBPê jî di mitîngê da axivîn peyamên yekîtî û bihevrayiyê dan û lanet li terorê anîn.
Mitînga ku li gorî tesbîtên Midûriya Ewlekariya Bingolê 13 hezar kes beşdarî bû, bi xwendina diayê ji aliyê miftiyê wîlayetê Macit Can va qediya.