Hüseyin Yıldız
14 Mijdar 2023•Rojanekirin: 24 Mijdar 2023
Li Navenda Lêkolîn û Perwerdeyê ya Teyr û Tilûrên Erez a li Îdirê di xebatên sezona 2023yan da 101 cure teyr û tilûr hatin helqekirin.
Komeleya Kuzey Dogayê bi destûra Midûriya Giştî ya Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî û piştgiriya zanîngehên KOÇ, UTAH, Îdir û Kars Kafkasê li Navenda Lêkolîn û Perwerdeyê ya Teyr û Tilûrên Erez 18 sal e xebatan dike.
Navenda xebatan li gundê Çiyrikliya Jorîn a li ser navçeya Tuzlucayê ye û xebatan di 2006an da li vê navendê dest pê kir. Sezona xebatê îsal bi sermayê ra hat girtin.
Li navendê heta niha li ser ji 170yî zêdetir cure teyr û tilûran xebat hatiye kirin. Di sezona 2023yanda da jî 101 cure teyr û tilûr hatin helqekirin û tên şopandin.
Xebat bi beşdariya dildarên ku ji welatên cuda tên va tên kirin û wê bihara sala 2024an da dîsa dewam bikin.
Berpirsiyarê navendê Kayahan Agirkaya ji nûçegihanê AAyê ra got ku wan sezoneke bi xêr û bereket derbas kir.
Agirkaya diyar kir, wan di sezonê da heleq kirin lingê 5 hezar û 400 teyr û tilûran û wiha dewam kir:
"Me heleq kirin lingê 101 cure teyr û tilûran. Di vê sezonê da jimara teyr û tilûran jî cureyên wan jî zêde bûn. Me vê sezonê cara ewil pîwî (Vanellus vanellus) girt ku heleq kir lingê wê. Ev ji bo me qeydeke girîng bû."