İbrahim Toprak
09 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2026
Li Batmanê şewata ku di depoyên marketên zincîreyî yên herêmî da derket, bi midaxeleya ekîban hat temirandin.
Di depoyeke marketên zincîreyî yên herêmî yên li tanga Herêma Pîşesaziya Organîze ya Batmanê ya li gundê Kosetarlaya li ser navendê da ji ber sedemeke ku hê nehatiye tesbîtkirin, şewat derket.
Pêtên agir pekiyan depoyên din jî û şewat mezin bû.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristî, îtfaiye, polês, cendirme, AFAD, UMKE û Midûriyeta Kargeha Daristanê hatin sewqkirin.
Dema midaxeleya ekîban didomiya, Walî Ekrem Canalp çû deverê û teseliya xebatan kir.
Canalp bi rayedarên fîrmayan ra hevdîtin kir û ji wan ra got, "derbasî be."
Bi midaxeleya ekîban şewat hat temirandin lêbelê ziyaneke zêde gihîşt depoyan. Her wisa hin forklîft, kamyon û kamyonet jî şewitîn û bûn xurde.