Li Başûrê Rojhilatê bîçer ji bo dirûna dan û dexl li zeviyan in
Li Diyarbekir, Batman û Mêrdîna ku bajarên giring ên çandiniyê yên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê, demsala dirûna dan û dexl dewam dike
İbrahim Toprak, Ömer Yasin Ergin, Halil İbrahim Sincar, Şahin Seçen, Beşir Şavur
02 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2026
photo: Şahin Seçen / AA
DIYARBAKıR
Li Diyarbekir, Batman û Mêrdîna ku bajarên giring ên çandiniyê yên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê, demsala dirûna dan û dexl dewam dike.
Li Diyarbekira ku di nav bajarên Tirkiyeyê da ew bajar e ku nîsk û genim herî zêde lê tê bidestxistin, cotkar serê sibê diçin zeviyan û bi bîçeran dest bi çinînê dikin.
Wêne : Şahin Seçen/AA
Ji ber baranên demsalî yên îsal, cotkar li bendê ne ku dan û dexl zêde be.
Midûrê Çandinî û Daristanan ê Bajêr ê Diyarbekirê Adîl Alan ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand îsal baran zêde bû, ji ver vê dan û dexl bi bereket e.
- Batman
Li Batmana ku di hilberîna nîsk da li Tirkiyeyê di rêza sêyemîn da cî digire, par 17 hezar ton nîsk hat bidestxistin.
Li bajêr îsal bi saya barana ku zêde barî çandinî baş derbas dibe.
Midûrê Çandinî û Daristanan yê Bajêr ê Batmanê Necdet Tuncer diyar kir ku li bajêr li ser erdekî milyonek donimî çandinî tê kirin.
Tuncer daxuyand di nav vê çandiniyê da nîsk beşeke girîng pêk tîne û dirûna nîskan a li ser qadeke 170 hezar dekarî dewam dike.
- Mêrdîn
Li Mêrdînê jî li ser qadeke bi qasî 3 milyon dekarî bi şev û roj çandiniya ceh, nok û nîskan tê kirin.
Dan û dexlên tên berhevkirin li kamyonan tên barkirin û dibin Navenda Bazirganiyê ya Dan û Dexl a Qiziltepeyê.
Piştî çandinî diqede ka li holê dimîne ku ew jî li kamyonan tê barkirin û dibin gelek bajarên din ên Tirkiyeyê.
Serokê Komeleya Zexîrevanan û Navenda Bazirganiyê ya Dan û Dexl a Qiziltepeyê Mehmet Şerîf Oter daxuyand ku îsal li gor par dan û dexl pir baş e û hilberîneke zêde hat bidestxistin.