Serdar Açıl
02 Nîsan 2024•Rojanekirin: 02 Nîsan 2024
Li herêmên Gare û Metînaya bakurê Iraqê 6 terorîstên PKKyî hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî ya li ser hesabê medyaya civakî da, tekezî li wê yekê hat kirin ku operasyonên dijî terorê heta ku terorîstê dawîn jî bimîne wê bi biyaradarî bidomin.
Di parvekirinê da jî wiha hat gotin:
"Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê yên qehreman, 6 terorîstên PKKyî ku li herêmên Gare û Metînaya bakurê Iraqê tesbît kirin, bi operasyoneke asîmanî berteref kirin."