Li Bîrecika navçeya Şanliurfayê, du malbatên ku di navbera wan de neyarî hebû, li hev hatin.
Nêzî 2 salan berê gule berdabûn Beşîr Akmanê birayê Parlementerê AK Partiyê yê Şanliurfayê yê berê Yahya Akman. Beşîr Akman di êrîşê de miribû û ji wê demê vir ve di navbera malbata Akman û Kiliç de neyarî dest pê kiribû.
Bi hewlên rîspiyên herêmê, malbatên dijmin li Taxa Akarçayê hatin bal hev. Malbat li vir li hev hatin û hat gotin ku neyariya malbata bi dawî bû.
Parlementerê AK Partiyê yê Rihayê Seydî Eyyupoglu li vir axivî û got ku ew hêvî dike ku cardin bûyerên wiha li herêmê neqewimin û her du malbatên li hev hatin pîroz kir.
Parlementerê AK Partiyê yê berê Akman jî sipasiya kesên ku ji bo li hev anînê hewl dan kir.
Ji parlementerên AK Partiyê yên Rihayê Ahmet Eşref Fakibaba, Hamîde Surucu, Serokbajarê AK Partiyê Zeynel Abîdîn Beyazgul û gelek welatî beşdarî şîva ji bo aştiyê hat dayîn bûn.