Bülent Temiz
07 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2023
Li Kanîreşa navçeya Bîngolê berfê der û dor spî kir.
Li navçeyê berfê bi şev dest pê kir û heta sibê barî.
Qalindahiya berfê heta 10 santêmî derket, li navenda navçeyê esnafan berfa pêşiya kargeha xwe avêt.
Ekîbên rêbejan jî bi wesayîta verotinê va berfa ser rêyên navbera bajaran paqij kir.
Mixtarê taxa Kanîtextê Behçet Bîngol daxuyanî da û diyar kir, ew kêfxweş bûn ku berf barî.
Bîngol diyar kir ku berf bereket e û wiha dewam kir, "Berf seba çavkaniyên binerd pir girîng e. Ji ber ku Kanîreş herêma heywandariyê ye, em şa bûn ku berf barî. Lewra wexta ku berf nebare, em havînê tengasiya avê dikşînin. Înşellah wê zêde bibare."