Abdullah Söylemez
23 Nîsan 2026•Rojanekirin: 23 Nîsan 2026
Li Agiriyê di mehên biharê da deverên raqimbilind bi berfê venixumî ne û li deştê bedewiya biharê heye.
Gundên li deverên raqimbilind ên bajêr di biharê da zivistanê dijîn.
Li gundên ku sitûriya berfê digihije metroyekê û xaniyên wê spî bûne, jiyana rojane dijwar derbas dibe. Li bajêrê ku çiyayên wê bi berfê venixumî ne, li deştê bedewiyên biharê xuya dikin.
Ajeldar bi hiliyana berfê ra ajelên xwe yên ku li goman bi xwedî dikirin, ji bo çêreyê derxistin derva.
Li bajêrê ku aliyeke wê zivistan e û aliyê din bihar e dîmenên sipehî çêbûn.
- "Em li benda biharê ne"
Ji ajeldaran Halis Bayram ji nuçegihanê AAyê ra anî ziman ku yek ji dijwartirîn zivistanên demê dijîn.
Bayram destnîşan kir ku li deverên raqimbilind berf dereng dihile û got, "Hê zivistana me ne qediyaye, em di binê berfê da ne. Em li berxwe didin. Her sal di van çaxan da berf dihiliya. Li çiyayan nêzîka 2 metro, li gundan jî metroyek berf heye. Em li benda biharê ne."