Jiyan

Li Adiyemanê ciwanê kete çem xeniqî

Burak Özmercan  | 21.09.2025 - Rojanekırın : 22.09.2025
Li Adiyemanê ciwanê kete çem xeniqî Burak Özmercan

Adıyaman

Li Besniya navçeya Adiyemanê ciwanê ku ji bo hênikbûnê ket çem xeniqî.

Kemal Yedîkardeşê 26 salî yê ku li Qada Seyranê ya Su Gozuyê ya li Taxa Su Gozuyê ji bo hênikbûnê ket çem xetereya xeniqînê derbas kir, kesên hawirdor ciwan dîtin û xeber dan Navenda Bangewaziya Acîl a 112an.

Li ser îxbarê ekîbên cendirme, tenduristî, UMKE û AFADê şandin herêmê.

Ekîban di lêgerînê da cenazeyê Yedîkardeş dîtin.

Cenazeyê Yedîkardeş rakirin morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Adiyemanê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın