Jiyan

Li 4 bajarên Rojhilata Anadoluyê tavî û teyrok wê çêbe

Li Erzirom, Erzincan, Qers û Erdexanê tavî û teyrok tê payîn

İbrahim Atmaca  | 17.09.2019 - Rojanekırın : 18.09.2019
Li 4 bajarên Rojhilata Anadoluyê tavî û teyrok wê çêbe

Erzurum

 Hat ragihandin ku li 4 bajarên Herêma Rojhilata Anadoluyê tavî û teyrok wê çêbe.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrsayî û pirewrayî be.

Tê payîn ku germa hewayê li gor demsalê be û li gor texmînê ji danê nîvro pê va li Erzirom, Erzincan, Qers û Erdexanê tavî û teyrok çêbibe.

Li herêmê bi şev germa hewayê ya herî kêm li Erdexanê 7, li Qersê 8, li Erziromê 10, li Agiriyê 11, li Erzincan û Îdirê 14, li Tunceliyê 12 pile hat pîvan.

Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Îdirê 30, li Tunceliyê 27, li Erzincanê 25, li Agiriyê 23, li Qersê 22, li Erzirom û Erdexanê 20 pile tê payîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.