Haydar Şahin
02 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2020
Kundê birîndar ê welatiyan li Hekariyê dîtibûn tê dermankirin.
Welatiyên li Qamîşliya gundê navendê kund dîtin haya şaredariyê pê xistin.
Li ser vê ekîb çûn gund, kundê birîndar birin Navenda Rehabilitasyon û Xesandinê ya Heywanên Kuçelanî ya Midûriyeta Karên Beytariyê ya Şaredariyê.
Di kontrolan da hat dîtin ku baskê kund şikestiye û ji bo emeliyat bikin teslîmî Midûriyeta Şaxa Karûbarên Avê û Daristanê kirin ku bibin Midûriyeta Şaxa Parkên Neteweyî û Parastina Tebîetê ya Wanê.
Hat ragihandin ku piştî dermankirinê ew ê kund dîsa berî çolê bidin.