Ekrem Payan
26 Sibat 2025•Rojanekirin: 04 Adar 2025
Li Şirnexê kalîna berxên nûbûyî li quntara Çiyayê Cûdî yê ji terorê hat paqijkirin, olan dide.
Koçerên ku havînê diçin zozanên şên ên Wan, Hekarî û Şirnexê, piştî ku dinya sar dibe vedigerin quntara Çiyayê Cûdiyê ya li ser navenda Şirnexê. Koçer li vê devera ji terorê hat paqijkirin, di konan da li dijî şertên dijwar ên zivistanê li ber xwe didin.
Koçerên ku pîşeyê bav û kalên xwe berdewam dikin, pezê xwe yan li zeviyên xwe yan jî li zozanên kirê dikin, diçêrînin. Koçerên li quntara Çiyayê Cûdiyê heywanên xwe di wan konên ku ji brandayê çêkirine da xwedî dikin.
Koçer van dawiyan bi giranbûna şertên zivistanê va zehmetiyê dikişînin û ji ber zayîna pêz ya ku du meh berê serî ketê, kar û barên wan zêde bûye.
Koçer di vê dema zayîna pêz da bi wardiye dor bi dor miqatiyê li heywanên xwe dikin.
Mahmut Kaptanê (43) ku li tanga gundê Uçkirazê yê li ser navendê bi malbatî heywandariyê dike, ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku koçerî, pîşeyê kalikê wî ye û karekî zehmet e.
Heywandar Îbrahîm Sogunc (63) jî diyar kir ku koçerî, pîşeyê bav û kalên wan e û ev 3 sal e jî ew li quntara Çiyayê Cûdiyê dimînin.