ADIYAMAN
Navenda Piştgirîdayîna Sêwiyan a ku Nûneriya Adiyamanê ya Weqfa Arîkariya Mirovahiyê ya Azadî û Mafên Mirovan (ÎHH) vekir, dilê 400 sêwiyan xweş dike.
Navend ji aliyê dilkiriyên komaleyê bi qasî 3 meh beriya niha di bin avahiya nûnertiya li Taxa Siratûtê hat vekirin û li navendê xwarin, şêrînahî û eşyayên diyariyê yên ku jinên dilkirî çêkirin, tên firotin. Bi dahata ku tê bidestxistin hem piştgiriya madî didin zarokên sêwî hem jî çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin.
Nûnerê Adiyamanê yê ÎHHyê Fadil Akkûş daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku li 400 xwendekarî xwedî derdikevin û hewcedariyên wan pêk tînin.
Akkûş diyar kir ji bo ku hewcedariyên sêwiyan pêk bînin Navenda Piştgirîdayîna Sêwiyan ava kirin û got ji bo ku piştgiriyê bidin malbatên zarokên sêwî her meh 450 lîreyî radizînin li ser hesabên wan ên bankayê û digel vê jî cil û berg, melzemeyên qirtasiye û xurekê didin sêwiyan.
- Tekane navneda li Anadoluyê
Akkûş destnîşan kir ku navenda wan piştî Stenbolê tekane Navenda Piştgirîdayîna Sêwiyan a li Anadoluyê ye.
Akkûş bal kişand ku niha li Tirkiyeyê du navendên piştgirîdayîna sêwiyan hene û got ku ji roja ku navend vebû heta niha welatî eleqeyeke mezin nîşanî navendê didin.