İbrahim Toprak
27 Tebax 2024•Rojanekirin: 06 Îlon 2024
BATMAN (AA) - Li Batmanê li xwaringeha ji hêla 7 jinên miteşebis hat vekirin, xurekên herêmî tên çêkirin û ji mişteriyan ra tên pêşkêşkirin.
Li bajêr 3 sal berê 7 jinan mil dan hev û Koperatîfa Jinên Hilberîner ên Petrolkentê ava kir. Jinên ku xurekên herêmî yên Batmanê û her wiha berhemên hunera destan firotin û dahat bidestxistin, paşê xwaringeh vekir.
Di xwaringehê da Şamborega Batmanê ya tescilkirî di serî da gelek tam û xurekên herêmî tên pehtin û amadekirin.
Seroka Koperatîfa Jinên Hilberîner ên Petrolkentê Hulya Afşinê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, wan koperatîf ava kir da ku xurekên herêmî bidin nasandin û bi dahata wê jî piştgiriyê bidin aboriya malbatê. Afşinê bal kişand ku wan di vê çarçoveyê da li navenda bajêr xwaringehek jî vekir.
Afşinê destnîşan kir ku li xwaringeha wan menu rojane diguherin û ew rojê tehmeke cuda bi mişteriyên xwe didin tehmkirin û lewma teleb jî zêde ye.
Mişterî Fikret Badem jî diyar kir, ew ji bo xurekên herêmî, xwaringeha ku jinan vekiriye tercih dike.