BATMAN
Li Batmanê Rojda Ozdemîra 17 salî di atletîzma ku 7 sal beriya niha nas kir de tevî tengasiyên aboriyê serkeftineke berbiçav bi dest xist.
Werzîşvana Klûba Batman Petrolsporê Ozdemîr di 86 pişbirkên ku di nava 7 salan de beşdar bû de her carê madalyon wergirt. Di van pêşbirkan de Ozdemîrê 48 yekemîntî, 26 duyemîntî û 12 jî sêyemîntî bi dest xist û aniha jî Rojda Ozdemîrê berê xwe daye Şampiyonatiya Ewropayê.
Ji ber bêkariya bavê xwe Ozdemîr neçar dimîne ku ji bo piştgiriya budçeya malbatê bixebite û ji aliyekî jî atletîzmaya ku pir jê hez dike berdewam dike. Rojda Ozdemîr dixwaze ku di hilbijartinên Tîma Milî ya Beza Çiya ya ku dê di 30ê gulanê de li Kutahyayê pêk were de serkeftî be û bikaribe beşdarî şampiyonaya li Portekîzê ya di 7ê hezîranê de bibe.
Li zeviya findiqan antrenman
Rojda Ozdemîr di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de destnîşan kir ku di mehên havînê de ligel malbata xwe diçe xebata li zeviyên findiqan. Ozdemîrê diyar kir ku perwerde û xebatên xwe yên werzîşê di nava derfetên teng de berdewam dike û wiha xeberda: "Ez havînan ji bo xebatê diçim zeviyên findiqan. Hevalên min bi traktorê diçûn serê zeviyê, lêbelê ji bo ku bibe antrenman ez bi bezê diçûm serê zeviyê."
Ozdemîrê destnîşan kir ku wê madalyona xwe ya ewil li Batmanê di pêşbirkeke nava dibistanên de wergirt û wiha pê de çû:
"Dema ku ez bûm yekemîn, mamosteyê minê werzîşê ez dame xebatê. Midûruyeta Werzîşê ya Bajêr jî alîkariya min kir û êdî ez beşdarî pêşbirkên herêmê bûm. Li wê derê jî ez ketim dereceyê û ez bûm yekemîn. Dû re ez tevî Klûba Batman Petrolsoprê bûm. Wan alîkariya madî û menewî dan min."
Ozdemîrê bal kişand ku heta niha di gelek pêşbirkên di tevahiya welat de yekemîntî bi dest xist û wiha got: Armanca min ew e ku ez beşdarî olîmpiyatan bibim. Heya niha min 48 yekemîntî, 26 duyemîntî û 12 jî sêyemîntî bi dest xist.