ESKÎŞEHÎR
Li Mengena navçeya Bolûyê wawikek gava ku ji rê derbas dibû erebeyek lê qelibîbû û pişta wî şikestibû. Li Eskîşehîrê saziyeke ortopediyê ji bo wawikê piştşikestî ortezek çêkir û wawikê bi ortezê bimeşe.
Xwediyê saziyê Nîyazî Çapa got ku di encama qezayê de pişta wawik şikestiye û ji navê berjêr ba lêketiye.
Çapa diyar kir ku memûrên Midûriyeta Karên Av û Daristanê yê Boluyê bi têlefonê hayê wan pêxistine û wiha got:
"Têlefonî me kirin û duh jî wawik anîn Eskîşehîrê. Em heta şeveqê xebitîn û me ortez çêkir. Vê gavê hê hînê ortezê nebûye lê piştî rehabilîtasyonê yê ortezê ve rabe piya û here. Me berê jî ji kuçik, pişîk, legleg, kevok û hespan re ortez û protez çêkiribû. Ev xizmetên me berdewam dikin. Ji derveyê welêt jî sparîş tên. Heta vê rojê me ji 600 zêdetir heywanî re protez çêkir. Em ji tu kesî re nabêjin na û ji tu kesekî jî pera nastînin. Ev ji bo me wezîfeyeke civakî ye."
Hat ragihandin ku wawikê ortezkirî yê bibin Bolûyê.