11 Tebax 2016•Rojanekirin: 13 Tebax 2016
KILÎS
Îlyas Avciyê melayê Mizgefta Sanayiyê ya Taxa Mehmet Rifat Kazancioglu diyar kir ku ev cara ewil e ku Serokatiya Karûbarên Diyanetê wî wek wezîfedar dibe hec.
Avci diyar kir ku cesareta ku şehîd û gaziyên 15ê Tîrmehê nîşan dan tu carê nayê jibîrkirin û wiha got: "Ezê ji bo Omer Halîsdemirê ku bêtirs ji bo welatê xwe xwe avête nav agir û şehîd ket bikim.
Avci got her tim ji bo ku here hec dia dikir û wiha pê da çû:
"Ez beriya vê qet neçûbûm hecê. Şikur ji Xwedayê me ra, çend roj berê xeber hat ku ji min ra hec derketiye. Min di sala 2002yan da dest bi wezîfeyê kir, piştî 14 salan min ra wezîfe derket ezê herim hecê. Ciyên şehîdên me yên ku di 15ê Tîrmehê canê xwe feda kirin cuda ye. Lê belê tekê wan heye ku şehîdbûna wî di dilê her mislimanî da cî girt, Omer Halîsdemir. Ku ew şehîd neketina dibe ku em qet neçûna hecê jî. Şikur ji Rebbê me ra ku di saya wan da welatê me derkete ferahî û hizûrê."