Hunermendê Îranî Mohsen Namjooyê ku di qada muzikê de kesekî bi nav û deng e, cara yekem li Tirkiyeyê konserek da.
Namjoo di çarçoveya “Konserên Muzîkên ji Derveyên Rêzê” hat Tirkiyeyê û li ATO Congresîumê bi hezkiriyên xwe ve hat bal hev.
Gelek siyasetmedar, karsaz, hunermend û muzîkhez hatin konsera Namjooyê ku wek Bob Dylanê Îranê tê binavkirin û ew guhdar kirin.
Wek li welatên din li Tirkiyeyê jî gelek kesên xwedî fikr û ramanên cuda ji muzîk û dengê wî hez dikin.
Namjoo li çar aliyê dinyayê tê naskirin. Xeynî stranbêjiyê, stranan dinivîse, bestekariyê dike û perwerdeya muzîkê jî dide.
Hunermend Namjooyê ku stranên wî yên wek “Ey Saraban", "Şêrîn", "Dele Zaram", "Torajn" navdar in û zêde tên hezkirin, li Amerîkayê dijî. Ew ê di 30ê mehê de li Stenbolê jî konserekê bide. Hat ragihandin ku biletên konsera Namjo hemû hatin firotin.