Türkan Tosun
10 Mijdar 2020•Rojanekirin: 14 Mijdar 2020
Li Erzinganê Serac Suleyman Arduçê 76 salî ev 61 sal e ku vî karî dike û bi alawên wek hamûd, çenteyê şivanan, kember, kurtan û zînê va nahêle ev pîşe ji holê rabe.
Suleyman Arduç di sala 1959an da dema 15 salî bûye dest bi pîşeza seraciyê kiriye û her çiqas niha temenê wî mezin be jî hê wek roja ewil bi cehd û kelecanê va karê xwe dike.
Serac Arduç li kargeha xwe ya 15 mêtroqereyî ya li taxa Eskî Sanayiyê kulavê şivanan, kurtan, zîn, hefsar, palan û tiştên wiha çêdike û debara mala xwe dike.
- "Ez karê xwe pir hez dikim û heta ez bimirim jî ezê vî karî bikim"
Arduç ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand nifşên nû nizanin ev pîşe çi ye û êdî hindik maye ku ev pîşe ji holê rabe.
Arduç anî ziman ew hewl didin ev pîşe ji hêlê ranebe û wiha axivî: "Ev karekî dîrokî ye, êdî kes vî karî nake. Em kesên dawîn in ku vî karî dikin, mixabin êdî karê me ji holê radibe. Ev kar zehmet e, webalê wê zêde ye. Lewra heke hûn karên xwe baş nekin tiştên hûn çêbikin wê heywanan birîndar dike. Ji ber vê divê hûn baş bikin. Tê bîra min berê ji bo ku em karê xwe bigîhinin em heta sibê dixwebitîn. Ez karê xwe pir hez dikim û heta ez bimirim jî ezê vî karî bikim."
Arduç got heke kesên bixwazin vî karî hîn bibin dikarin bi wî ra bikevin têkiliyê ewê ji dil û can hînî wan bike û got divê ev pîşe ji holê ranebe.