01 Mijdar 2016•Rojanekirin: 02 Mijdar 2016
BITLÎS
Alîkarê Serokê Odeya Ziraeta Xelatê Îzettîn Altuntaş wiha got, "Cotkarên me kilogramek kartolî bi 60 qurişî mal dikin. Lêbelê li zeviyê bi 20-25 qurişî kiroxan dibînin. Hilberînerên kartolan di tengasiyê da ne."
Kartolê Xelatê ku bi salan e pêdiviya herêmê a kartolan bi cih tîne û bona herêmê din ên Tirkiyê tê şandin, ji ber kalîte û tama xwe ya xweş gelek kes tercih dikin, lê îsal kirox kêm biha didin kartolê Xelatê.
Alîkarê Serokê Odeya Ziraeta Xelatê Altuntaş di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku îsal kartol bi sê qat bihayê maliyeta xwe kêmtir, kiroxan peyda dike.
Altuntaş destnîşan kir ku bera kartol pir baş e lê erzan tê firotan û wiha xeberda, "Niha li navçeya me li ser 35 hezar dekar erdê kartol ajotî heye. Tê pêşbînîkirin ku bi tevahî 150 hezar ton hilberîn çêbe. Cotkarên me kilogramek kartolî bi 60 qurişî mal dikin. Lêbelê li zeviyê bi 20-25 qurişî kiroxan dibînin. Hilberînerên kartolan di tengasiyê da ne."
Cotkar Îlhamî Guvener jî got ku ew êdî nikarin deynê xwe yê ceyranê jî bidin.
Guvener diyar kir ku ew donimek erdê bi nêzîkî 300 lire perê ceyranê va av didin û wiha got:
"Ji ber ku maliyeta me zêde ye, em nikarin ji nava kar derên. Dewlet bira xwedî li me derê. Mîna min bi hezaran hilberînerên kartolan hene. Îxracat biqasî em bêjin tune, kêm e. Em nikarin perê malê ku em difiroşin bistînin. Vêga em diçinin û dixin embaran. Hêviya me ew e ku dê pere ke."