ANKARA
Sala par 599 hezar û 704 nikah hatin birîn, 130 hezar û 913 telaq hatin avêtin. Di sala par da rêjeya zewacê li gor sala beriya wê ji sedî 0,1 kêm bû, rêjeya telaqavêtinê jî ji sedî 4,5 zêde bû.
Saziya Îstatîstikên Tirkiyeyê (SÎT) rêjeya zewac û telqavêtinê ya sala 2014an eşkere kir.
Li gor van agahiyan 599 hezar û 704 nikah hatin birîn û rêjeya zewacê ji sedî 0,1 kêm bû. Rêjeya telaqavêtinê ji sedî 4,5 zêde bû û xwe gihande 130 hezar û 913.
Li gor rêjeyan, sala par herî zêde li Kilîsê nikah hatin birîn. Pey Kilîsê jî herî zêde li Adiyaman û Wanê nikah hatin birîn. Li welat herî kêm nikah li Çeneqqeleyê hatin birîn.
Di zewacê da emrê mêran kêmzêde 26,9 emrê jinan jî kêmzêde 23,7 bû. Di zewacan da ferqa di navbera emrê hevseran da herî zêde li Qersê hat dîtin û di navbera jin û mêran da 5 sal heye, ya herî kêm jî li Kastamonuyê hat dîtin û di navbera jin û mêran da 2,6 sal heye.
Li gor daneyên îstatîstîkan sala par ji sedî 39,6ê telaqavêtinê di 5 salên ewil ên zewacê da, ji sedî 21,8ê wan jî di navbera 6 û 10 salên zewacê da hatine kirin.
Di sala 2014an da herî zêde li Antalya, Îzmir û Muxlayê, herî kêm jî li Hekarî, Şirnex û Bidlîsê telaq hatin avêtin.