Komiserê Konseya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (KBPNY) Antonîo Guterres diyar kir ku Tirkiyeyê bi camêrî deriyê xwe ji gelek sûriyeyî û iraqiyan re vekir û wiha dewam kir: "Tirkiyeyê ji civaka navneteweyî pir zêde piştgirî hilneda. Ez dixwazim ku bila welatên din jî Tirkiyeyê ji xwe re mînak hildin."
Li gor KBPNYê "Rapora Tercîha Kûrewî ya 2014an" di sala 2013an 51 milyon û 200 hezar, 10 sal berê 37 milyon û 500 hezar û par jî 59 milyon û 500 hezar kes bi darê zorê ji cih û warên xwe hatin kirin.
Guterres ji bo parvekirina daneyên raporê civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku hejmara kesên bi darê zorê ji cih û warên xwe tên kirin zêde dibe û sedema yekemîn a vê rewşê şerê navxweyî yê ku ji sala 2011an heta niha li Sûriyeyê dewam dike ye. Lewra ev şer di nav hincetên ji cih û warên xwe kirinê de bi tena serê xwe sedema yekemîn e.
Komiserê KBPNYê Guterres ragihand ku li seranserê dinyayê ji her 122 kesan yek penaber e û wiha pê de çû: "Welatekî ku ji hejmara penaberan pêk tê hebûya wê bi nifusa xwe ve di dinyayê de bibûya welatê 24emîn. Di sala 2013an 51 milyon û 200 hezar, 10 sal berê 37 milyon û 500 hezar û par jî 59 milyon û 500 hezar kes bi darê zorê ji cih û warên xwe hatin kirin.
Hejmara penaber û kesên ku di nav welatê xwe de ji cih û warên xwe hatin kirin li herêman li pey hev zêde bûn. Di nav 5 salên dawîn de herî kêm 15 şer û pevçûnên mezin qewimîn û li Afrîkayê 8 (Girava Diranên Fîl, Komara Afrîkaya Navîn, Libya, Malî, Nîjeryaya Rojhilatê Başûr, Komara Demokratîk Kongo, Sûdana Başûr û Brûndî), li Rojhilata Navîn 3 (Sûriye, Iraq, Yêmen) li Ewrupayê 1 (Ukrayna) û li Asyayê jî 3 (Kirgizistan, Myanmar û Pakistan) qeyranên mezin qewimîn.
Di raporê de hat gotin li gelek deverên ku qeyranan dest pê kiribûn hê jî didomin û par bi tenê 126 hezar û 800 hezar penaber vegeriyan welatê xwe û ev hejmar di nav 31 salên dawîn de reqama herî kêm e.
Hejmara penaberên ku di nav de yên Behra Spî, Kendava Adenê, Behra Sor û Asyaya Rojhilatê Başûr jî hene seba ji behrê derbas bibin û xwe bigihînin welatên nû, di vê axiriyê de ji ber şer û pevçûnên ku niha li seranserê dinyayê diqewimin zêde bû.
Di nav welatên ku herî zêde penaber jê derketine de Sûriye bi 7 milyon û 600 hezar kesî ve di rêza ewil de ye, pey Sûriyeyê Efxanistan û Somalî tên. Penaberên ku ji welatê xwe vediqetin bi piranî diçin welatên ku halxweşî lê kêm e.
- "Qebûlkirina penaberên nû layiqê teqdîrê ye."
Komiserê KBPNYê Guterres bi taybetî bal kişand ser mezinahiya pirsgirêka penaberî û koçberiyê ya ku li çar aliyê dinyayê diqewime û got: "Şer û pevçûnên dest pê kirine her ku diçe bê ceza dimînin. Ji aliyê din ve jî civaka navneteweyî ji bo dawî li şer û pevçûnan bê û aştî pêk bê têra xwe naxebite."
Guterres got ku di nav welatên penaber qebûl kirin de Tirkiye bi 2 milyonî ve ji welatên sereke yek e û wiha pê de çû: "Li Tirkiyeyê 2 milyon penaber hene. Tirkiyeyê bi camêrî deriyê xwe ji gelek sûriyeyî û iraqiyan re vekir. Li gelek derên ku dîwar hatin avakirin û derî hatin girtin de ev tevger pir bi mene ye. Tirkiyeyê ji civaka navneteweyî pir kêm piştgirî hilda. Ez ji welatên din dixwazim ku bila Tirkiyeyê ji xwe re mînak hildin."