DIYARBAKIR
Xanim Mamûka (48) ku nexweşa diyalîzê ye bi saya gurçika Xatûn Nergîsa hêwiya xwe pak bû.
Xanim Mamûk 22 sal e bi hêwiya xwe re di malekî de dijî. Xanim Mamûk 11 sal e nexweşa diyalîzê ye û nexweşiya wê zehf pêş de çûye û li ber mirinê bû. Xatûn Nergîsa hêwiya wê gurçikeke xwe dayê û li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Diyarbekirê gurçik dan Mamûkê.
Mamûka dayika 6 zaran bi ekîba emeliyatê re daxuyanî da nûçegihanan û diyar kir ku 11 sal e nexweşa diyalîzê ye û ji ber vê jî êşên giran kişandiye.
Mamûkê got çaxa ku hêwiya wê jê re gotiye 'ez ê gurçika xwe bidim te' zehf dilşad bûye, lê ji ber ku zarokan xwedî dike qebûl nekiriye.
Mamûkê diyar kir ku hêwiya wê pir pê de ketiye û wiha axivî: "Nexweşiya min zehf pêş de çûbû û li ber mirinê bûm û bona wê min qebûl kir. 22 sal e em bi dostane dijîn. Mêrê me jî cudakarî ne dikir nav me. Xwedê ji hêwiya min razî be ku ez filitandim. Heta dawiya emrê xwe ez ê jê re minetdar bim. Xwişk û birayên min na, lê hêwiya min ez ji mirinê filitandim. Ez zehf jê hez dikim."
Xatûn Nergîsê jî diyar kir ku 22 sal berê gava ku bi Enwer Mamûk re zewiciye Xanim Mamûkê jê re tengasî dernexistiye û wiha got:
"Ez wekî hêwî hatibûm ser wê, ji min re tu tengasî dernexist. Bo ku ji aliyê wicdanê ve dilê min rihet be min biryar da ku gurçika xwe bidimê. Pêşiyê got ku 'tu min û zarokan xwedî dikî' û qebûl nekir. Min jî jê re got ku ez ê xêrekê bikim, tu ji min re astengiyê dernexe. Li ser vê qebûl kir. Êşeke zehf giran dikişand, min jî gurçika xwe dayê."
Enwer Mamûk jî diyar kir ku 22 sal e ew û her du jinên wî di malekê de bi dilşadî jiyane û wiha axivî: "Me her tiştên xwe parve dikir û em wisa dijiyan. Em ê niha jî bêtir dilşad bibin. Em dixwazin ku her kes alîkariyê bide nexweşên gunçikê."