Ferizat Kaya
16 Gulan 2017•Rojanekirin: 17 Gulan 2017
ELAZIG
Li Elezîzê du jinan wezîfeya bavê xwe girt û guntparêziyê dikin.
Her du jin jî 20 salî ne. Halîme Bîçer û Sumeyra Karabûlût bi gundparêzên dinê re li çoltera Elezîzê wezîfeyê dikin. Piştî perwedeya giran, Bîçer û Sumeyra li cihên ku bavê wan lê digeriya digerin.
Bîçer û Karabûlût bi polês û cendirmeyan re wezifeya xwe dikin.
Hîlal bîçer daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku mezina malbatê ew e û wezîfeya bavê xwe daye ser milê xwe. Bîçer wiha dewam kir: Pêşî ez ji çekan ditirsiyam lê piştî ku ez ketim nav vî karî ev rewş guherî. Hisiyata cil û bergê li min pir cuda ye. Ez ji welatê xwe û miletê xwe hez dikim."
Sumeyra Karabûlût jî got ku ji ber ku daxwaza bavê xwe aniye cih bir kêfxweş e. Karabûlût wiha dewam kir: "Xwişk û birayên min di karên cuda cuda de dixebitin. Ez jî bûm taliba vî karî. Dema daxwaza min hat qebûlkirin ez pir kêfxweş bûm."
Serokê gundparêzan Yilmaz Unerê Berpirsiyarê tîma ku Bîçer û Karabûlût tê de ne jî got ku gundparêzên genc tevlî qedroyên wan bûne.