DIYARBAKIR
Gulika ku welatî ji çiyayên bilind bi zehmetekî mezin diçinin li Pasûrê derxistin bazarê.
Li Pasûrê qulikfiroşan destgehên li rexê mizgefta navendê û li dikanên ku zerzevatê difroşin vekirin, ji aliyekî va gulika biherî dişon û datînin ser destgehên xwe, ji aliyekî va jî gulikê li keynterê dixin û difroşin welatiyan.
Ji ber ku teze hêşin dibe kîloya gulikê bi 3 lîreyî tê firotin, demekê şûnda bihayê kîloya wê ew ê dakeve lîreyekî.
Gulakê di destpêka biharê da li cihên bilind hêşîn dibe û ji bo welatiyên bêkar ji bo demeke kurt dibe rêya nanbidestxistinê.
Li herêmê xêncî Qulpê li Bîngol û Mûşê jî gulik hêşîn dibe. Ji ciwanan bigrin heta kalan bi dehan kes diçin ji çiyê qulikê diçînin û tînin. Hinek ji bo frotinê hinek jî ji bo xwarina mala xwe diçin gulikê.
Hetanî serê meha gulanê qulik li çiyê heye û paşê pîr dibe êdî nayê çinîn. Li gor salên berê îsal welatî zêdetir eleqeyê nîşanî gulikê didin.