Muhammed Onur Yavrutürk
24 Tebax 2024•Rojanekirin: 30 Tebax 2024
Bi sedan flamîngoyên koçber li Hewza Behra Wanê jî datînin.
Flamîngoyên ku ji Afrîkaya Bakur heya Îranê diçin li derdora Behra Wanê datînin.
Îsal jî bi sedan flamîngo hatin peravên li Muradiyeyê.
Qaymeqamê Muradiyeyê Melîh Aydogan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku her sal fîlamîngo tên navçeyê.
Melîh Aydogan destnîşan kir ku bi hatina flamîngoyan dîmenên rengîn derdikevin holê.
Hîndekarê Fakulteya Mehsûlên Avê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Dr. Mustafa Akkuş diyar kir li Hewzeya Behra Wanê her sal gelek teyr û tilûrên curbecur datînin û got ku flamîngoyên ji Afrîkaya Bakur heya Îranê diçin li derdora Behra Wanê datînin.