Berfin Sidar Aşit
17 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2024
Li Bedlîsê dîmenê Gola Kraterê ya Nemrûdê bi şev hat kişandin.
Gola Kraterê ya Nemrûdê ya ku di Projeya Destînasyonên Bijarte ya Ewropayê da hatiye xelatkirin bal û dêna wênegiran dikişîne.
Hîndekarê Zanîngeha Erenê ya Bedlîsê Cîhan Onenê ku çavdêriya tebîet û fezayê dike, bi rêbaza dîmengirtina dirêj bi şev dîmenê Gola Kraterê ya Nemrûdê kişand.
Cîhan Onen diyar kir ku Gola Kraterê ya Nemrûdê her demsal bal û dêna ziyaretvanan dikişîne û got ku me jî bi şev dîmenê golê kişand.