Haydar Şahin
30 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2019
Li Sêrtê karxaneyek di germahiya hewaya havînê da besteniyê di dewsa kovikê da dixe qawinê dide mişteriyên xwe.
Ayaz û Husamettîn Hocaoluyê bira li 7 şaxan karê kal û bavê xwe yê 73 sal e tê kirin didomînin ji bo ku tehmeke cuda bidin ber mişteriyên xwe dixebitin.
Herdu bira li malên xwe bi rê û rêgezên cuda li tehmên teze geriyan û qawina li bajêr bi navê "Şimem Saliho" tê zanîn a tirş sipî kirin, hûndirê wê vala kirin û bestenî xistin hundirê wê.
Herdu birayan ji tehma qawin û besteniyê hez kirin, li dikanên xwe jî amade kirin û pêşîkêşî mişteriyên xwe kirin.
Ev tehma ku hem ji hêla dîtinê va hem jî ji hêla tehma xwe va balê dikişînê ji aliyê mişteriyan va hat ecibandin.
- "Em di qada xwe da bûn marqe"
Husamettîn Hocaoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ev 3 nifş in li bajêr karê besteniyê dikin ji şîr, şekir, salep û vanîlyayê besteniya sade, bi fistiq, bi behîv û bi kakao çêdikin.
Hocaoglu destnîşan kir ku besteniya çêdikin difroşin nav û dervayê welêt û wiha axivî: "Kalikê me hînî bavê me kir, bavê me jî hînî me kir û em karê kal û bavan didomînin. Em di qada xwe da bûn marqe. Em nika li 7 şaxan xizmetê didin mişteriyên xwe. Ne bi tenê li bajêr an herêma xwe em besteniyê difroşin nav û dervayê welêt jî."
Hocaoglu got ji bo tehmên cuda bidin ber mişteriyên xwe gelek tişt ceribandin û di dawiyê da bi qawina jê ra dibêjin "Şimem Saliho" ya tirşeşirîn va me tehmeke xweş dît.
Hocaoglu diyar kir ku ew ê dîsa li tehmên cuda bigerin û derbarê besteniya di qawinê da wiha axivî: "Me besteniya xwe xiste hundirê qawina meyxweş. Me pêşiyê li malê çêkir û xwar. Tehma wê xweş bû û me li dikanê jî bi heman awayî çêkir, mişteriyan ceriband."
- "Bira her kes tehm bike"
Yunus Emre Dîrîarinê mişterî jî got qawina li bajêr hêşin dibe wekî marqeya bajêr e dema bi besteniya bêhempa ra dixwin jî tehma wê zehf xweş dibe û ji ber vê menûn in.
Yunus Kiliçvuran jî diyar kir ku cara ewil e bestenî û qawinê bi hev ra dixwe tehma wê gelekî eciband.
Kiliçvuran wiha pê da çû: "Ez di heftê da carekî têm vê derê ku besteniyê bixwim. Lêbelê cara ewil e ku qawin û besteniyê bi hev ra dixwim. Ji vê şûn da ez ê her tim bixwim. Bira her kes were û vê tehm bike."