Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî "Hezretî Pêxember û Exlaqa Jiyana Ligel Hev" a ku bi minasebeta Bernameya Vekirina Hefteya Jidayîkbûna Pîroz a Serokatiya Karên Diyanetê bû û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Salat û selama Xwedê li ser efendiyê me, rêberê me, canê canan Mihemed Mistefa û ehlê beyta wî be."
Erdogan got ku bira selama Xwedê li ser Eshabê Kîram û li ser alim, ewliya û merivên ehlê Xwedê yên ku ev 14 sedsal in rêya mirovahiyê rohnî dikin be û wiha dewam kir: "Ji ber ku di salvegera jidayîkbûnê de em Jidayîkbûna Pîroz careke din îdraq dikin, ez ji Rebê xwe re hemd û senayan dikim."
- "Civakên rojava di nava bûhraneke mezin a baweriyê de ne"
Erdogan balkişand ku di van rojên ku em dijîn de li ser dinê îmtihaneke pir dijwar heye û wiha xeberda:
"Em ji serdemeke wisa re derbas dibin ku li çaraliyê dinyayê her roj zilm, qetlîam, teror, êşkence û tevgerên ku hem dînê me û hem jî Pêxemberê me qedexe kiriye, diqewimin. Îslamobofiya ku li welatên rojavayê her ku diçe berbelav dibe, di serî de kitêb û Pêxemberê me dibe sedema êrîşeke giştî ya li dijî hemû pîrozwerên me. Em bi dilxemî temaşeya civakên rojavayê yên ku di nava bûhrana baweriyê de ne dikin ku rêya xelasiya xwe di êrîşbirina ser Îslam û Misilmanan de dibînin."
Erdogan balkişand ku di alema Îslamê de mezhebperestî dibe sedema gelek pirsgirêkan û wiha pê de çû: "Dînekî me yê mîna Sunnîtiyê tuneye, dînekî me yê mîna Şîatiyê tuneye, dînê me tenê Îslam e, divê em vî wiha bizanibin. Mixabin bi kesên ku mezheba xwe ji xwe re kirine dîn re serê me di belayê de ye."
Erdogan diyar kir ku rêxistinên terorê alema Îslamê di gelek tengasiyan de dihêle û wiha domand:
"Tehrîbata ku rêxistinên terorê yên mîna DAEŞê dibin sebeb, ji hewla dijminên Îslamê jî derbastir bûye. Rûdanên bi vî rengî, misilmanan bi pirsgirêkên mezintir ve rûbirû dihêlin û ji vî wêdatir jî xizmeta tu tiştên erênî nakin. Dibin sedema têgihîştin û nêrînên bereksê Îslamê bixwe."
- "Mezhebparêzî alema Îslamê perçe perçeyî kir"
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku mezhebparêziyê omet û alema Îslamê perçe perçeyî kir û ew bixwe vê hîs û tecrûbe dikin û wiha dewam kir: "Aniha li Iraq, Sûriye, Filistîn û Yêmenê Misilman bêyî ku dilê wan bişewite hevdu dikujin."
Erdogan balkişand ser ku sedema vê tenê cudahiya mezhebê ye û wiha xeberda: "Evqas eşkere û zelal e. Wekî siyasetmedar em bixwe jî van dijîn. Em bi wan re der heqê vê de diaxivin. Eşkere û zelal, dînekî me yê mîna Sunnîtiyê tuneye, dînekî me yê mîna Şîatiyê tuneye, dînê me tenê Îslam e, divê em vî wiha bizanibin. Mixabin bi kesên ku mezheba xwe ji xwe re kirine dîn re serê me di belayê de ye. Pirsgirêk di vir de ye."