İbrahim Toprak
01 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2023
Li Batmanê ciwanê ku nêzî Pireya Çemê BAtmanê ya Rêya Hawirdor a Başûr ji bo xwe hênik bike ket çem li nexweşxaneya ku rakirinê jiyana xwe ji dest da.
Li gor agahiyên hatin bidestxistin Muhammed Datli (17) yê ku li kêleka Çemê Batmanê seyran dikir ji bo hênikbûnê ket çem.
Eqrebayên ciwanê û welatiyên dîtin ku ciwan di nav avê de diperpite wî ji avê derxistin.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristî, Lêgerînû Xilaskirinê ya Îtfaiyeya Batmanê, AFAD û cendirmeyê sewqî cihê bûyerê kirin.
Ekîbên tenduristiyê li cihê bûyerê midaxeleya ewil a Datli kirin û rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Batmanê. Ciwanê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.