Ömer Varlık
17 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 17 Tîrmeh 2026
Li Mûşê cenazeyê Berat Karakayayê 10 salî ku piştî ket Çemê Muradê û winda bûbû, nêzîkî 4 kîlometreyan dûrî cihê ku lê ketibû avê, hate dîtin.
Tîmên lêgerîn û xilaskirinê îro dîsa li ber Çemê Muradê, li gundê Azaxpûrê (Ozdilek) li cenazayê Berat Karakaya geriyan.
Berat Karakaya di 10ê Tîrmehê da ketibû çem û winda bûbû.
Cenazeyê Berat Karakayayê 10 salî nêzîkî 4 kîlometreyan dûrî cihê ku lê ketibû avê, hate dîtin.
Cenazeyê Berat Karakaya ku ji avê hat derxistin, ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.