Jiyan

Bê avdan li ser heman darê 4 cure meywe çandin

Li Gazîpaşayê cotkarê ku li erdekî dêm çandiniya bêav dike ji dara bayîfê ya ku aşî kir 4 cure meywe çandin

Elif Orhan  | 13.06.2019 - Rojanekırın : 17.06.2019
Bê avdan li ser heman darê 4 cure meywe çandin

Antalya

Cotkar Suleyman Çîftçiyê ku li Taxa Çiglikê ya Gazîpaşaya navçeya Antalyayê dijî bê avdan li ser darekê meyweyên wekî xox, mişmiş, alûçe çandin.

Yalçin li eraziyê bejî li ser dara bayîfê xox, mişmiş û alûçe tahm kir û li ser darekê ev meywe çandin.

Yalçin diyar kir ku ev rêbaz xeyala wî ya zaroktiyê bû û got ku tahmkirina daran ji kalikê xwe hîn bû û ev kar bû pîşeyê wî.

Suleyman Yalçin got cihê ku mala wî lê bû eraziyekî dêm bû û wiha axivî: "Em li eraziyekî bêav û bejî dijîn. Ez jî fikirîm û min li ser dara bayîfê ya ku avdanê naxwaze 3-4 cure fêkî biçînim. Ev xeyala min a zarokatiyê bû. Niha li bayîfa di destê min da 4 cure meywe hene. Ez bi ser ketim, her bijî ji min ra."

Yalçin got ku ev rêbaz ji tunebûnê derket holê û ev gotin: "Em li vê ciha bêderfet li çareyan geriyan. Min çare jî di vê da dît. Dema ez li ba şitilfiroşekî darekî distînim herî zêde 4 sal emrê wê heye lê min ev dara bayîfê tahm kir û herî kêm 20 sal dê emir bike. Darên 30 salî yên ku binê wê bayîfên lê fêkiya mişmişê didin hene."

- Navê fistiqa Torosê lê kir

Yalçin diyar kir ku li ser darên cuda jî ceribandinan dike, li ser dara çitlikê fistiqa Entabê tahm kir û karî ku jê fêkî bistîne.

Yalçin navê fistiqa Torosê li fistiqa ku diçîne kir û wiha axivî: "Min di encama ceribandinên xwe da fistiqa Entabê çand. Navê fistiqa Torosê lê kir. Lewra ne tenê li Gazîentabê li Antalyayê li çiyayên Torosê yên Gazîpaşayê jî çêdibin."

Yalçin diyar kir ku meyweyên tropîk jî li ser darên cuda çand û got ku li ser dara axiyê mango tahm kir vê jî girtiye lê hêj fêkî nedaye.

Yalçin destnîşan kir ku ev rêbaz bi taybetî li navendên bajêr dê kêrî kesên ku eraziyên wan biçûk in bê.

Yalçin got ku bi tevahî 200 darên wî yên bayîfê hene û wiha axivî: "Min li ser 100 darên bayîfê 4 meywe tahm kirin û ez bi ser ketim. Herwiha ez li ser darekî hêjîrê 5 cure hêjîr diçînim. Min li ser dara hinarê 3 cure hinar, li ser dara tûyê 2-3 cure tû tahm kir hemûyan jî meywe dan. Mirov dikare li ser darekê hem hinarê şirîn hem jî ya tirş bixwe. Min li ser heman darê tûyê reş û spî çand."

Ayşe Yalçina xanima Yalçin jî ev gotin:

"Dema ez diçme baxçeyê xwe ez dikarim her cure fêkiyê bibînim. Mişmiş, xox, alûçe, bayîf hemû di baxçeya me da hene. Ji ber ku li herêma me ev tune malxweyê min ev rêbaz dît. Em bi vê rêbazê bê avdan li baxçeya xwe meyweyan diçînin. "

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın