Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de gelek kes mirin, jin û zarok jî di nav de bi hezaran kes birîndar bûn. Emîra Casima 8 salî jî ji wan kesan yek e û di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de bombeyeka warîlê li mala wan ket û rûyê wê û qismekî jî laşê wê şewitî. Casimayê dixwest ku bê tedawîkirin û ji wan birînan xilas bibe.
Nêzî du mehan berê bombeya warîlê li xaniyê malbata Emîra Casimê ket û laşê wê û rûyê wê şewitî û birînên xedar lê çêbûn.
Li Sûriyeyê midaxaleya ewil hat kirin lê malbata Emîrayê ji bo tedawiyê ew anî Tirkiyeyê. Malbata wê li Kirikhana navçeya Hatayê di konê ku xelkê xêra xwe dabû wan de dimînin û piştî ku rewşa wan di çapemeniyê de cih girt ji wan re mizgîniya alîkariyê hat.
Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr ket dewrê û biryar hat dayîn ku keçika biçûk wê li Zanîngeha Mistefa Kemalê bê tedawîkirin.
Bavê keçikê Evdila Casimê 40 salî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji ber bombeya warîlê ya ku li xaniyê wan ket gelek kes mirin û keçika wî jî xedar birîndar bû û wiha dewam kir: "Li Heleba bajarê Sûriyeyê helîkopterên rejima Esed bombeyên warîlê avêtin herêma ku em lê bûn. Qîza min birîndar bû û hat ber mirinê, me bi zorê gihand nexweşxaneyê. Xilas bû lê ser û çavên wê de birînên xedar man û ji bo tedawiya estekîkê me ew anî Tirkiyeyê. Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr qîza min kontrol kir, me sewq hilda û ji bo tedawiyê wê îro li Zanîngeha Mistefa Kemal bi cih bibe."
Casim destnîşan kir ku piştî bûyerê keçika wî qet nakene, naleyîze û kêfa wê tuneye û wiha pê de çû: "Xeyala min a herî mezin ew birînên di ser û çavên wê de bên tedawîkirin û bi wî rûyê xwe yê nû ve ji min re bikene."
Casim ragihand ku piştî xeberên der heqê qîza wî de piştgiriya ku ji wan re hat kirin zêde bû û ji bo vê jî ji Anadolu Agency û rayedaran re spas kir.
Rayedarên Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr destnîşan kirin ku piştî mûayeneyên Emîrayê wê emeliyatên estetîkê gav bi gav bên kirin.