Jiyan

Bi tenê 2 hezar dolar xerc kir û bi otostopê çû 27 welatan

Xelkê Manîsayê Furkan Erdem di xwendekariya xwe da dest pê kir û bi otostopê ji malê çû zanîngehê û dû ra di jiyana xwe da ev yek kir edet û bi vê rêbazê li Asyaya Başûrê Rojhilat û Ewropayê li 27 welatan geriya

Önder Beyter  | 22.09.2019 - Rojanekırın : 25.09.2019
Bi tenê 2 hezar dolar xerc kir û bi otostopê çû 27 welatan

Manisa

 Xelkê Manîsayê Furkan Erdem di xwendekariya xwe da dest pê kir û bi otostopê ji malê çû zanîngehê û dû ra di jiyana xwe da ev yek kir edet û bi vê rêbazê di 9 mehan da bi tenê 2 hezar dolar xerc kir û çû 27 welatan.

Furkan Erdemê ku ji Beşa Darayiyê ya Zanîngeha Celal Bayarê mezûn bû, bi otostopê xewna xwe ya tûra dinyayê anî cih.

Erdemê ku serê salê bi balafirê çû Malezyayê, di 7 mehan da bi otostopê li gelek welatên Asyaya Başûrê Rojhilat ên wekî Endonezya, Tayland, Vietnam, Kamboçya û Sîngapurê geriya.

Erdemê ku meha tebaxê vegeriya Tirkiyeyê, vê carê ji Manîsayê bi otostopê dest bi gerê kir û ji Edîrneyê derbasî Bulgaristanê bû û bi heman rêbazî derket tûra Ewropayê. Erdem piştî welatên Ewropaya Rojhilat ên wekî Romanya, Moldova, Belarûs û Ukraynayê derbasî Polonya, Çekya, Almanya û Hollandayê bû û di qedera 9 mehan da bi otostopê çû 27 welatan.

Erdem di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku wî di salên xwe yên zanîngehê da dest bi otostopê kir û dû ra gava ew di betlaneya havînê da ji bo xebat û gerê çû Amerîkayê, wî qederek pere da hev ku pê derkeve tûra dinyayê.

Erdem destnîşan kir ku wî bi hesta xwe ya meraq û kefşkirinê da ser rê û dirban û wiha axivî, "Ez timî li pey wê yekê bûm ku zêdetir welatan bibînim û çandên cuda nas bikim. Li dervayî welêt min gava însan û çandên cuda dîtin, vê yekê bêtir bandor li ser min kir. Ev tûra ku min temam kir, gelekî kêfa min pê ra hat."

- "Min ji ber xatirê mirovekî kêzik xwar"

Erdem diyar kir ku tûra wî ya li welatên Asyaya Başûrê Rojhilat gelekî xweş û seyr bû û gelek mirovan ew dawetî mala xwe kirin û xwestin xwarê îkramî wî bikin.

Erdem herwiha got ku li Çekyayê gava wî xwest wesayîtekî bide sekinandin, polêsan xwest ku jê ra ceza bibirin û wiha dewam kir:

"Di wê kêliyê da ajokareke jin sekinî û ez hildam wesayîta xwe, nehişt ku polês ceza binivîsin. Jinikê berî min Tirk nas nekiribûn. Gava hîn bû ku ez ji Tirkiyeyê hatime, ez vexwendim mala xwe û ligel mêrê xwe û zarokên xwe 2 rojan ez ezimandim. Li Asyayê jî nimûneyên cuda çêbûn. Li Kamboçyayê kesekî ez li wesayîta xwe siwar kirim, xwest ku xwarinê îkramî min bike û hema rahêşt teyfika xwe ya xwarinê û jê kêzikek derxist û xwest ez tama wê binihêrim. Gelekî seyr bû, lêbelê ji ber xatirê wî, ez mecbûr mam ku tam bikim."

- Di dorê da Amerîkaya Başûr heye

Erdem bal kişand ku di tûra dinyayê da di 9 mehan da wî bi tenê 2 hezar dolar pere xerc kir û wiha dewam kir:

"Min ew yek dît ku ji bo ku mirov li dinyayê bigere, wisa pereyekî pir zêde pêwîst nîne. Ligel otostopê bi taybetî li Asyayê bernameyên xwebexşiyê pir navdar in. Bi beramberî fêrkirina zarokan bi zimanê Îngilizî û karên paqijiyê, min ciyê razanê û xwarin peyda kir. Min bi vî awayî hewil da ku gerên xwe bi erzanî temam bikim."

Erdem herî dawî jî bal kişand ku ew dixwaze di serdema bê da dîsa bi otostopê derkeve tûra Amerîkaya Başûr jî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.