VAN
Li Gevaşa navçeya Wanê şêniyên taxa Gorunduyê hê jî topa garanê dileyîzin û ev lîstik ji bîr nekirine. Ev lîstika ku ji bav û kalan tê, dişibe beyzbola Amerîkayê. Hin kes jê re dibêjin topa kille ye, hin kes jî jê re dibêjin topa garanê.
Welatî zivistanê ji bo ku roja xwe derbas bikin topa garanê dileyîzin û kevneşopiya bav û kalên xwe ji bîr nakin.
Taxa Gorunduyê 24 kîlomêtre dûrî Kawaşê ye û nifûsa wê nêzî hezarî ye. Şêniyê vê taxê zivistanê dema ku hewa xweş dibe, topa garanê dileyîzin. Şêniyên taxê pez û dewaran xwedî dikin û debara xwe pê dikin. Zilamên ku ji ber tempoya giran û dirêj a rojê diwestin, têne cem hev û "Topa Garanê" dileyîzin û bi vî awayî bêhna xwe vedidin.
Ev lîstik di navbera du tîmên ku hejmara wan di navbera 5 û 15 kesan de diguhere, tê leyîstin. Tîmek li ser topê dimîne û bi darekî ve li topê dide û tîma din jî dike ku topê li hewayê bigre. Tîma ku topê werdigre, dikare bi du awayî pûan bistîne. Yek, tîma ku topan berhev dike divê topê li hewa bigre; dudu, kesê ku gog wergirt divê carekî biçe cihê ku lê topê didin û dîsa were pozîsyona xwe ya berê û di vê esnayê de jî divê gogê li reqîbekî xwe bide. Heke ku gog li hewayê neyê girtin û an jî li reqîbekî nekeve, wê çaxê tîma din pûan werdigre û tîma ku pûan werdigre jî dewam dike û li ser gogê dimîne.
"Em ê vê lîstikê fêrî nifşên li dû xwe bikin"
Zinar Damarê ku Topa Garanê dileyîze di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de destnîşan kir ku ew hemû rojên sayî û xweş de vê lîstikê dileyîzin.
Damar bal kişand ku ev lîstik ji bav û kalan bo wan maye û her wiha ew jî dixwazin ku vê lîstikê fêrî nifşên li dû xwe bikin.
Damar wiha domand: "Kalên me digotin ku kalên wan jî ev lîstik leyîstine. Hêvî dikim ku em ê jî vê lîstikê fêrî zarokên xwe bikin. Ev lîstik hinekî dişibe beyzbola Amerîkayê, lêbelê lîstika ku em dileyîzin bi tu awayî îlhama xwe ji beyzbola Amerîkayê nagre. Kalên me ev lîstik peyda kirine û ev lîstik bi temamî lîstikeke ji kevneşopiya me ye."
- "Em dixwazin ku bi Amerîkayiyan re maç bikin"
Damar diyar ku ew ligel tengasiyan vê lîstikê berdewam dikin û wiha pê de çû: "Em dizanin ku ev lîstik li navçeya Erdîşê jî tê lîstin û ji ber vê heke ku derfêt çêbe em dixwazin hem ligel Erdîşiyan û her wiha hem jî ligel Amerîkayiyan vê lîstikê bileyîzin."